Balafirên şer ên hêzên kolîsyona ku serkêşiya wê DYA dike, hedefên DÎŞIyê yên li Kobanêyê (Eyn el Ereb) bombe kirin.
Şerê DÎŞI û hêzên kurd nêzî du mehan e dewam dike û her diçe şideta şer zêde dibe. Bi taybetî li rojhilat û başûrê rojhilatê şideta şer zêde bû û tê dîtin ku çekên giran di şer de tên bikaranîn.
Balafirên şer ên hêzên kolîsyona ku serkêşiya wê DYA dike, hedefên DÎŞIyê yên li başûrê herêmê bombe kirin. Piştî êrîşê dûmana ku ji herêmê rabû ji Sirûcê hat dîtin.
Hêzên ewlehiyên Tirkiyeyê jî li ser xeta sînor tewdîrên ewlehiyê digrin.