WASHINGTON
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pentagonê daxuyand ku di destê wan de agahiyên ku nûçeyên birîndarbûna serokê rêxistina terorê DÎŞIyê Ebûbekir el-Bexdadî rast bikin tune.
Ji berdevkên Pentagonê Eslîssa Smîthê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Agahiyên ku nûçeyên birîndarbûna serokê DÎŞIyê Ebûbekir el-Bexdadî rast bikin di destê me de tune."
Berdevkê DÎŞIyê Ebu Mihemed el-Adnanî li ser Twîtterê eşkere kiribû ku Bexdadî birîndar bûye.
Dîsa Serokê Meclisa Bajarê Enbarê yê Iraqê Sabah Kerhut jî daxuyanî dabû AAyê û gotibû ku balafirên şer ên koalîsyonê li Enbarê operasyon kirin û di operarasyonan de jê 2 kes serokên DÎŞIyê bi giştî 12 milîtan mirin.
Berdevka Pentagonê Smîthê jî di daxuyaniya xwe ya berê de gotibû ku hêzên koalîsyonê şeva înê li nêzîkî Misûlê çend êrîş birin li ser konvoya ku serokên DÎŞIyê li hev civiyabûn. Smîthê gotibû ku di êrîşân de 10 wesayîtên konvoyê hatin îmhakirin.