28 Sibat 2019•Rojanekirin: 01 Adar 2019
Hesen Salimê parlamenterê Iraqê îdia kir ku Ebubekir Bexdadiyê serokê DEAŞa rêxistina terorê li Enbara wîlayeta welêt e.
Salimê Parlamenterê Tevgera Esayîb Ehlilheq a hêzên milîsên Şiî di daxuyaniya nivîskî da diyar kirk u Bexdadî li herêmê di parastina Amerîkayê da bi rihetî tev digere.
Salim wiha got: "Bexdadî li çola Enbarê ye û wê wêderê wekî bendara ewleadr bi kar tîne. Ji bo ku Bexdadî di navbera Iraq û Sûriyeyê da întiqal bike li Baregeha Eskerî ya Eynil Esed a li Enbarê Amerîka piştgiriyê dide wî. Bexdadî di parastina Amerîkayê da di navbera Iraq û Sûriyeyê da bi rihetî diçe û tê."
Salimê parlamenter got rêveberiya Washîngtonê dizane ku ew ê li Meclisa Iraqê biryar were dayîn ku "hêzên Amerîkayê ji Iraqê derkevin" ji bo vê jî Amerîka piştgiriyê dide serokê rêxistina terorê.
Li Iraqê komên Şiî yên nêzî Îranê pîlan dikin ku di adarê da Meclis kom bibe û li wê derê biryarê derxin ku hêzên Amerîkayê ji Iraqê werin derxistin.