01 Hezîran 2016•Rojanekirin: 02 Hezîran 2016
WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê John Kîrby daxuyand, di mijara têkoşîna DAEŞê ya li Sûriyê da ew û Tirkiye di nav têkiliyeke nêz da ne, lê ew ê piştgiriya ku didin Hêzên Demokratîk ên Sûriyê, bidomînin.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Antalyayê gotibû ku mexseda PYDê li Sûriyê zêdetir bidestxistina axê ye ku Sûriyê perçe bike û wiha dewam kiribû: "Me hişyarî dabû wan (Amerîka). Lê heke ku em hêzên xwe bikin yek, hêzên wan ên taybet hene, hêzên me yên taybet hene, lê mixabin hem Rûsya hem jî Amerîka rêxistineke terorê wek şirîkê xwe dibînin û piştgiriyê didinê. Ji xwe berteka me jî ji bo vê ye."
Kirby di civîna rojane ya çapemeniyê da li ser pirsekê der heqê vê gotina Çavuşoglu da got ku Tirkiye li herêmê partnerekî giring e û mittefîqê NATOyê ye û wiha dewam kir: "Weke ku em bi hemû welatên mittefîqê xwe ra di têkoşîna dijî DAEŞê da tevkariyê dikin, em Tirkiyê ra jî tevkariyê dikin û em ê tevkariya xwe bidomînin."
Kirby wiha dewam kir: "Têkiliyên me û Tirkiyê xurt in. Talûkeyeke li ser sînorê DAEŞê ji bo wan pirsgirêkeke ciddî ye. Ji ber ku li dijî DAEŞê têkoşînê didin, em kêfxweş in."
Wek mayîn Kirby bal kişand ku Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê bi tenê ji kurdan pêk nayê û wiha got: "Di nav da wek gelek komên cuda ereb jî hene."
Di civînê da bi bîra Kirby xistin ku Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê gotiye "Dibê Tirkiye leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne. Li ser vê Kîrby got, "Li gor me dibê Tirkiye û Iraqê vê mijarê di nav hev da hel bikin."
- “Em hewl didin ku li Îdlibê gelo çi dibe fehm bikin”
Kirby li ser pirsekî bombebarandina Rûsyayê ya li ser nexweşxaneyên Îbnî Sîna û El-Wetanê yên li Îdlibê nirxand. Kîrby destnîşan kir ku DYA bi Rûsyayê ra li ser vê mijarê dixebite û ku bê eşkerekirin û wiha got: "Em hewl didin ku li Îdlibê gelo çi dibe fehm bikin. Agahiyeke teqez tune ku em bizanibin berpirsiyarê vê kî ye."
Kirby got, "Hêza Wezîfeyê ya ku di çarçoveya peymana Sekinandina Pevçûnan da hat avakirin bi Rûsyayê ra di temasan da ye."
Kirby wêneyên ku li Îdlibê hatine kişandin wek "tişteke acizkirinê" nirxand û got, "Helbet kuştina sivîlan îxlakirina sekinandina pevçûnan e."