Tirkiye

Ji bo 4 eqrebeyên Bexdadiyê serkeşê DEAŞê biryara girtinê

Di çarçoveya lêpirsîna li ser DEAŞa rêxistina terorê da li Kirşehirê 11, li Samsunê 5, li Ordiyê 3 û li Şanliurfayê 6 eqrebeyên nêz ên Bexdadiyê serkeşê rêxistinê hatin binçavkirin

Haydar Şahin  | 16.11.2019 - Rojanekırın : 18.11.2019
Ji bo 4 eqrebeyên Bexdadiyê serkeşê DEAŞê biryara girtinê

Kırşehir

Li 4 bajaran operasyona navenda wê Kirşehir e hat kirin, ji 25 şikbarên eqerebeyên Ebubekir Bexdadiyê serkeşê DEAŞa rêxistina terorê yên hatin binçavkirin 4 kes hatin girtin.

Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê da hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna li ser DEAŞa rêxistina terorê da li Kirşehirê 11, li Samsunê 5, li Ordiyê 3 û li Şanliurfayê 6 eqrebeyên nêz ên Bexdadiyê serkeşê rêxistinê hatin binçavkirin.

Piştî jêpirsîna li Midûriyeta Ewlekariya Kirşehirê 4 şikbar bi daxwaza girtinê sewqî Hakimtiya Ceza Silhê kirin û bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" hatin girtin.

2 zarok û 19 şikbarên din jî ji bo bişînin navenda paşdaşandinê teslîmî Walîtiya Kirşehirê kirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın