Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Kûbat Talabanî got ku hê jî hikûmeta navendî para wan a ji butçeyê neşandiye û wiha dewam kir: "Baweriya di navbera me de her diçe kêmtir dibe."
Talabanî li pêşangeha wêneyan a Silêmaniyê hat vekirin geriya û li vir pirsên rojnamegeran bersivandin. Talabanî wiha got: "Em bi şerta ku Iraq para me ya ji butçeya giştî û mehaneya karmendan bişîne tevlî hikûmeta nû bûn. Lê heta vê gavê di vê mijarê de, tu gav nehatin avêtin."
Talabanî destnîşan kir ku hin soz dabûn; lê tu sozên xwe bi cih neanîn û wiha pê de çû:
"Hikûmeta Serokwezîr Haydar el-Îbadî soz neda me tenê, soz da Neteweyên Yekbûyî (NY) û DYAyê jî. Lê belê ne para me ya ji butçeyê ne jî mehaneya karmendan şandin. Heke butçeya me bidana, em karibûn bibêjin ku di navbera hikûmeta nû û ya berê de ferqek heye. Lê me dît ku tiştekî neguheriye. Mixabin baweriya di navbera me û hikûmeta navendî ya Iraqê de herdiçe kêmtir dibe."