ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Di demên dawîn de ew kesên ku dixwazin aramî û ahenga hikûmetê xirab bikin, derewên wek 'wezîr di ser odeya Serokwezîr de girt' dikin. Nûçeyeke evqas derew, bêbingeh û kirêt ji ber nêrîneke xebîs e."
Akdogan di hesabê xwe yê twittera malpera parvekirina civakî da hin tişt nirxand.
Akdogan diyar kir ku kesên ku dixwazin hizûr û ahenga hijûkmetê xirab bikin derewên wek 'wezîr di ser odeya Serokwezîr de girt' dikin û wiha axivî:
"Nûçeyeke evqas derew, bêbingeh û kirêt ji ber nêrîneke xebîs e. Kesên ku derewkirinê û nûçegihanî û siyasetê tevlihev dikin bi derew, îftira û fitneyê hin tiştan hêvî dikin."