Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi Îranê re peymana guhastina mehkûman îmze kir.
Wezîrê Xebatê yê HKIyê Mihemed Hevdiyanî di merasîma îmzeyê de wiha axivî: "Em ê li gorî vê peymanê di demeke kin de dest bi guhastina mehkûman bikin. Ji 159 mehkûmên Îranî yên li herêma Kurdistanê jê 86 heban xwestin ku cezayê xwe yê mayîn li girtîxaneyên Îranê derbas bikin. Ji van mehkûman 4 jê jin in û yek jî zarokek e."
Hevdiyanî der barê welatiyên Iraqê yên ku li Îranê girtî ne de jî wiha got:
"Li gorî peymanê em ê bikaribin neqla welatiyên herêma Kurdistanê yên ku li Îranê girtî ne bixwazin. Heta niha me navê 6 kesên ku di vê rewşê de ne tespît kir. Heger mehkûmên din jî hebin dikarin muracaetê me bikin û werin girtîxaneyên li herêma Kurdistanê."
Serkonsolosê Hewlêrê yê Îranê Murtaza Îbadî jî di axaftina xwe de diyar kir ku ew ji ber guhastinê hem li ser navê xwe û hem jî li ser navê welatê xwe kêfxweş e û wiha dewam kir: "Di navbera herdu aliyan de xebatên baş pêk hatin. Kurdistan û Îran xwedî sînorekî dirêj û dîrokeke kûr in. Me û herêma Kurdistanê li ser guhastina mehkûman bi hev kir. Li gor vê mehkûm dê cezayên xwe yên mayîn li welatê xwe derbas bikin û herwisa dê bi rehetî bikaribin malbata xwe bibînin."
Li dû axaftinan Wezîrê Xebatê yê HKIyê Mihemed Hevdiyanî û Serkonsolosê Hewlêrê yê Îranê Murtaza Îbadî peyman îmze kirin.