Makbule Tiryakiya 74 salî ya ku li Bayburtê dijî, ev 40 sale him kurê xwe yê li erdê maye û him jî mêrê xwe yê ku çavên wî baş nabîne dinêhêre.
Tiryakî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew dayika 8 zarokan e û wiha axivî: "Yakup zaroka min ê 6emîn e. Dema ew sal û nîvekî bû û li ser xanî bi xwîşkên xwe re dileyîst erdê ket. Serê wî li erdê kevîrekî ket. Me ew rakire nexweşxaneyê û ew 22 rojan li Erziromê di nexweşxaneyê de ma. Piştî wir me ew bire Enqereyê ku ew bê emeliyatkirin. Lê gotin ku mêjiyê wî felc bûye û ew nikarin Yakub emeliyat bikin. Ez qanî nebûm û min ew bir Stenbolê. Doxtorê li wir jî heman tişt got û em vegeriyan hatin malê."
Tiryakî got ku ev 40 sale ew kurê xwe dinêhêre û wiha axivî: "Ew kurê min e û ez ji wî aciz nabim. Bi tenê ji ber ku diranên wî ketin û ew nikare baş xwarinê bixwe xemgîn dibim. Ew dibîhîze û her tiştî fêm dike, bi tenê nikare bilive û hereketan bike. Ez hin caran pir xemgîn dibim û ji bo rewşa wî digrîm."
- Mêrê xwe jî dinêhêre
Tiryakî got ku di salên dawîn de çavên mêrê wê baş nabîne û wiha dewam kir: "Çavekî mêrê min hindikî dibîne. Dema li ser sifrê rudinê nikare kevçiyê xwe jî bibîne. Ji ber vê xêra wî ji Yakup re tune. Ez mêrê xwe jî dinêhêrim. Bi tenê dema cinazeyeke cîranan hebe ez ji bo saetekî an du saetan wî li cem Yakup dihêlim û diçim mala cinaran û têm. Ev 40 sale ez li cem Yakub im."