GAZÎANTEP
Li Nîzîpa navçeya Gazîantebê agir bi xaniyekî ket, xwîşk û birayên ku hê jî zarok bûn şewitîn û can dan.
Li gor agahiyên ku hatin hildan li taxa Îstasyonê di qata yekê yê avahiyeke 3 qatî de ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Di wê mala ku malbata Kaya tê de dima Huseyîn Emre Kayayê 5 salî û xwîşka wî Hatîce Ozlem Kayaya 3 salî di şewatê de mirin.
Li ser giliyên welatiyan ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya Nîzîpê hatin cihê bûyerê û agir temirandin û di encama lêkolînê de cesedê xwîşk û birayên zarok li pişt qenepeyê hatin dîtin.
Hat ragihandin ku di dema şewatê de xizmên wan ketin hundir lê ji ber ku zarokan xwe di pişt qenepeyê de veşartibûn ew nedîtin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan diya zarokan Meral Kaya di dema şewatê de li kar bû û bavê wan Alî Kaya jî kurê xwe yê mezin biribû dibistanê.