Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş derheqê sîstema serokatiyê de wiha got: "Ev ne mijareke kesekî ne jî meseleyeke şexsî ye. Em ji ber xusûmeteke şexşî ya dijî Erdogan li hemberî pergala serokatiyê nasekinin."
Demirtaş berî civîna digel namzedên parlementeriyê yên partiya xwe ya li Odeya Endazyarên Înşeatê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Demirtaş li ser pirsa derbarê hilbijartinê de wiha axivî: "Helbet serkeftinek heye. HDPyê serkeftineke cidî bi dest xist. Em bi eşkereyî dibînin ku civak piştgiriyê dide. Lê ev piştgirî di heman demê de ji bo me berpirsiyarî ye. Ji bo em vê berpirsiyariya xwe bi cih bînin, civînê xwe didomînin."
Demirtaş got ku Tirkiye hê ji bo pergala serokatiyê amade nîne û ne hewceya li ser vê sîstemê nîqaş bên kirin û wiha axivî:
"Ji bo vê yekê zehf israr dikin. Ev israr dê bibe sedema rageşiyê. Tiştekî ku gel nexweza ne hewceya mirov bi darê zorê bîne an bike. Herwiha ev ne mijareke kesekî ne jî meseleyeke şexsî ye. Em ji ber xusûmeteke şexşî ya dijî Erdogan li hemberî pergala serokatiyê nasekinin. Tirkiye ji bo sîstema serokatiyê amade nîne."
-"Pêvajoya çareseriyê ji bo pêşeroja Tirkiyê mijareke girîng e"
Demirtaş got ku divê pêvajoya çareseriyê ji qonaxa ku gihiştiyê, teqez dewam bike û wiha xeberda: "Em bibêjin serokwezîrê berê birêz Ahmet Davutoglu jî hay jê heye. Ango pêvajoya çareseriyê ji bo pêşeroja Tirkiyê meseleya herî girîng e. Ji bo vê yekê dê lijneya me di demeke nêz de serlêdanê bike û derbarê vê mijarê de daxuyaniyeke berfireh bide. Hevalên me dê cardin li ser çûna girava Îmraliyê nirxandinan bikin. Divê em li ser giringiya wê mijarê jî bisekinin."
- "Helbet kî bixwaze bi kî re hevdîtinê bike ew ê bike"
Demirtaş li ser pirsa derbarê hevdîtina Serokomar Erdogan û parlementerê CHPyê Denîz Baykal re jî got: "Di siyasetê de diyalog zehf muhîmin. Em jî giringiyê didin diyalogan. Helbet kî bixwaze bi kî re hevdîtinê bike dê bike. Ev ne tiştekî anormal e. Serokomar dikare bi parlementer û serokên partiyan re hevdîtinan bike. Dikare berî vebûna parlementoyê hevtînên dualî bike, di siyasetê de ve tiştên gelekî normal in."
Demirtaş got ku ew ê îro bi 550 namzedên xwe re civîna dawî bikin û piştî vê civînê bi koma meclisê re bên bal hev.
-"Divê em ji koalîsyonê netirsin"
Demirtaş bangî hemû kesan kir û got ku bila dilê hemûyan rihet be û wiha dewam kir: "Divê em ji koalîsyonê netirsin. Lê hilbijartina berwext niha mijara sereke ya Tirkiye ser nîqaşan bike nîne. Hê encamên hilbijartinê bi fermî nehatin eşkere kirin. Lê xêra hilbijartina berwext ji tu kesî re tune ye. Divê ji vê encamê koalîsyoneke bê derxistin û Tirkiye di rêya xwe dewam bike. Xebatên avakirina koalîsyonê jî ne di bin banê serokomariyê de di nava partiyan de tên kirin."