KERKUK
Li taxa Pîşesaziyê ya li navenda bajarê Kekukê di saet 15.00an de bi bombeyan êrîşê artêşa Îraqê kirin. Li gor agahiyan di êrîşê de 4 leşker birîndar bûn.
Di heman saetê de li bazara navçeya Tuzhurmatuyê jî di ramoqekê de teqînek pêk hat û di encama teqînê de jî 31 kes birîndar bûn.
Li taxa Pîşesaziyê û li gundê Cerdagê ber destê sibê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve operasyonek hat lidarxistin û di encama operasyonê de bi hinceta ku tevlî bûyerên terorî bûne 15 kes hatin binçavkirin.