HEWLÊR
Endamên hilbijartinên Rêveberiya Herêma Kurdistana ya Îraqê (RHKÎ) ku dê di 21 îlona 2013an de bêne kirin diyar bûn. Ji 111 palkursiyên meclîsê 100 heb ji bo kurdan, 11 heb jî ji bo kêmaran hat veqetandin. Partiyên ku berê bi hevkarî ketin hilbijartinan, vê carê bi serê xwe beşdar dibin. Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û Yekîtîye Niştiman a Kurdistanê (YNK) bi 100 endamî, Partiya Yekîtiya Îslamî bi 76 endaman û Partiya Tevgera Îslamî a Kurdistana Îraqê (Bizotnewe) jî bi 47 endaman beşdarî hilbijartinan dibe.
Endamê PDKê yê rêza yekemîn Cemal Murtkeyê ku ji lingên xwe seqet e, der barê hilbijartinan û îdiayên der heqê Barzaniyan de ji AAyê re axivî.
Murtke, bi bîr xist ku niha 30 parlementerên PDKê li meclisê hene û hêvî dike ku dê di hilbijartinan de bibe partiya yekemîn.
Murtke, da zanîn ku dê PDK û YNK bi serê xwe beşdarî hilbijartinan bibin û ev yek dê xisarê bide partiyên muxalefetê û wiha dewam kir: "Bi taybetî jî dê xisarê bide Partiya Goranê. Texmîn dikim ku vê carê dê 25 palkursiyan qezenc nekin. Lewra ji YNKê beşekê piştgirî dabû Goranê."
Murtke, îdiaya "dê Mesrur Barzaniyê kurê Mesud Barzanî piştî hilbijartinan bibe serokê hikûmetê" wiha nirxand: "Ev galgaleke bêwate ye. Ev kampanyaya neqenckirina Mesrur Barzanî ye." Murtke, îdiaya "dê Mesud Barzanî here Bexdayê û Serokatiya Kurdistanê jî dê derbasî YNKê bibe" wiha nirxand: "PDK, Kurdistanê nade bi Bexdayê û Kek Mesud misoger naçe Bexdayê."