Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ji bo "qeyrana serokatiyê" wê di du rûniştinên cihê da bi partiyên siyasî ra bê bal hev.
Serokê Dîwana Serokatiya HKIyê Fuad Hiseyîn di daxuyaniye xwe ya nivîskî da û wiha got: "Wê serokên partiyên siyasî ku di Parlementoya Kurdistanê da ne, îro di serokatiya Barzanî da bên bal hev."
Dema wezîfeya Barzanî di 19ê tebaxê da diqede. Wezareta Edaletê ya Kurdistanê ragihand ku heta hilbijartinê wê bi awayekî qanûnî wezîfeya xwe bike. Tevgera Goran, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Civaka Îslamî (Komele) destnîşan dikin ku heqê konseyê tuneye biryareke wiha bide û dixwazin mesele li parlementoyê were çareserkirin. Piştî hevdîtinên li Hewlêrê dibe ku li ser navên partiyan daxuyaniyeke hevbeş were dayîn.