Sabri Sarcan
21 Nîsan 2024•Rojanekirin: 27 Nîsan 2024
Li Îdirê piştî ku dinya germ bû û çêre hêşîn bû, heywandar pez û dewarên xwe berdidin çêreyê.
Li gundên raqimbilind ên Tuzlucaya navçeya Îdirê, heywandarên ku zivistanê heywanên xwe di hundir da alif dikin, bi hatina biharê ra pezê xwe berdan çêreyê.
Pez û dewarên ku zivistanê di hundir da tên alifkirin, dê ji bo mehekê li merayan biçêrin û dû ra jî dê derkevin zozanên Çiyayên Aras û dê zivistanê li vir derbas bikin.
Yakup Tahranê li gundê Egrekdereyê şivantiyê dike, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, piştî ku barana van dawiyan cihê xwe da tavê, çêre baş hêşîn bû û lewma wan jî heywan derxistin çêreyê.
Tahran bal kişand ku ew zivistanê 6 mehan pez û dewaran di hundir da alif dikin û her wiha bi hatina biharê ra jî ew berê heywanan didin merayan.