Jiyan

Sûlava Kanîspiyê ya li Wanê piştî ku berf heliya car din herikî

Mesut Varol, Sedat Gümüş  | 21.04.2024 - Rojanekırın : 27.04.2024
Sûlava Kanîspiyê ya li Wanê piştî ku berf heliya car din herikî

Van

 Sûlava Kanîspiyê ya li Çataxa navçeya Wanê ya ji nav zinarên 100 mêtro bilind diherike, vê biharê jî pêşwaziya mêvanên xwe dike.

Sûlava ku 5 kîlomêtro dûrî bajêr e, havîn û zivistanê zuha dibe.

Dema bihar tê ji ber ku berf dihele û baran dibare sûlav dîsa bi coşeke mezin dest bi herikandinê dike.

Kesên tên dîtina sûlavê herikîna avê temaşe dikin û bi telefonên xwe dîmenan dikşînin.

Mesut Kazciyê ku bi malbata xwe ra hatiye dîtina sûlavê diyar kir ku Sûlava Kanîsipiyê di vê wextê salê da bi dîmenê xwe yê bêhempa bala mirovan dikişîne.

Kazci daxuyand ku ev cara ewil e ku tên dîtina sûlavê û wiha axivî: "Me xwest ku em vê dîmena bi heybet a li quntara çiyê ye bibînin. Tenê di biharê da diherike. Piştî demekê dîsa zîha dibe. Em hatin ku vê kêliyê bibînin, me pir eciband. Hêvî dikim ku em careke din werin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın