Önder Beyter
31 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê sir û seqem tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li Erziromê sir û seqema ku piştî barîna berfê xwe nîşan da, li kuçe û kolanan bû sedema çêbûna cemedê.
Her wisa bi baniyên avahiyan şembelûk daliqîn û camên wesayîtan cemed girt.
Ji ber cemedê însan dema li kuçeyan meşiyan, zehmetî kişandin.
- Erdexan
Li Erdexanê li ser rê û peyarêyan cemed çêbû.
Li bajarê ku dar û nebatan qiravî girt, li herêma Çemê Kûrayê mij çêbû.
Li Taxa Kaptanpaşa esnaf ji bo teyr û tûyan qût danî derva.
- Agirî
Li Agiriyê jî serma tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li bajêr ji ber mijê li rêbejaya Agirî-Erzirom û Agirî-Wanê ajokaran zehmetî kişandin.
Ji ber hişkiyê rûyê çeman qerimîn.
- Qers
Li Qersê jî çem û gol qerimîn.
Ji bo ku serma neke, hin kesan wesayîtên xwe bi betanî û cilikan nixumandin.
Bendava Qersê û Çemê Qersê ku qerimîn, dîmenên rengîn derxistin holê.
- Îdir
Li Îdirê jî ji ber sermayê çem qerimîn.
Çemê Unlendî yê li navçeya Tuzlucayê qerimî û dîmenên xweşik derketin holê.