Jiyan

Trêna Turîstîk a Diyarbekirê ji Diyarbekirê bi rê ket ku here Enqereyê

Ömer Yasin Ergin  | 22.04.2024 - Rojanekırın : 26.04.2024
Trêna Turîstîk a Diyarbekirê ji Diyarbekirê bi rê ket ku here Enqereyê

Diyarbakir

Trêna Turîstîk a Diyarbekirê ji bo sefera xwe ya ewil ya vê heyamê ji Diyarbekirê bi rê ket ku here Enqereyê.

Trêna geştê ya di 19yê nîsanê da ji Gara Trênê ya dîrokî ya Enqereyê bi 180 rêwiyên xwe bi rê ket ku here Diyarbekirê duh gihîşt bajêr.

Di trênê da 9 vagonên ku lê nivênên razanê û vagoneke ku xwarin lê tê xwarin heye.

Kesên vê trênê sîwar dibin di rê da gelek cihên dîrokî û çandî, dîmenên siruştî dibînin.

Trêna ku li hin bajaran rawestiya duh hat Diyarbekirê, rêwiyan cihên dîrokî û turîstîk ên bajêr dîtin.

Serokê Daîreya Xizmetên Mişteriyan ya TCDDyê Murat Akçay ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku piştî Trêna Rojhilatê ya turîstîk eleqeya welatiyan ji bo rêwîtiya trênê zêde bû.

Akçay diyar kir ku daxwazên welatiyan ji bo îstgehên nû hene û di nava van cihan da Diyarbekir nîmeteke bêhempa ye.

Akçay daxuyand ku wan di navbera Enqere û Diyarbekirê da rêyeke nû ya ji bo turîzma trênê daye destpêkirin û bi bîr xist ku trêna ku ji Enqereyê di 19ê Nîsanê da bi merasimê ya ku Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu jî beşdar bû bi rê ketibû, duh gihîşt Diyarbekirê.

Akçay got trêna ku wê ji Diyarbekirê ber bi Enqereyê va here wê li Elezîzê 4 saetan û li Qeyseriyê jî 3 saetan bisekine, bi vî awayî derfeta rêwiyan wê çêbibe ku van bajaran ziyaret bikin.

Akçay wiha axivî: "Trêna me ji bo gera demsalî ye. Trêna di navbera Enqere û Qersê da ji bo turîzma zivistanê girîng e, ev jî ji bo biharê girîng e. Di mehên nîsan, gulan û hezîranê da tevahî 18 seferên me hene."

Ji rêwiyan Aigerim Kubatbekovayê Qirxizistanê jî behsa rêwîtiya xwe kir û wiha got: "Me pirtûka xwe xwend û temaşeya derûdorê kir. Trên pir rehet e, du odeyên wê yên bi nivîn hene. Di rêwîtiyê da em li cihên cuda disekinin û diçin. Li Diyarbekirê jî me cihên dîrokî dîtin, ku cihên pir xweş bûn. Ez ji her kesî ra pêşniyar dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın