Cüneyt Çelik
16 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2022
Li Qersê komeke ji dildaran pêk tê li ser medyaya civakî bi dirûşmeya "Tu jî pêlîstokekî bide" va alîkariyek dan destpêkirin. Dildar gund bi gund digerin û pêlîstok, sol, mont û melzemeyên kirtasiyeyê yên ji bo zarokan tên bexşandin li wan belav dikin.
Taner Guneş û 90 hevalên wî yên dildar 5 sal berê li ser medyaya civakî xebatek dan destpêkirin.
Guneş û hevalên wî heta niha ji 382 gundan çûn 250 gundî û bi alîkariyên xwe va rûyê 30 hezar zarokî kenandin.

Ekîba dildaran ji bo malbatên destteng erzaq, ji bo zarokên wan jî sol, mont, pêlîstokan berhev dikin, bi hevkariya mamosteyên gundan û mixtaran tiştên hatine bexşandin li wan belav dikin.
Dildar çûn gundê Turkmeşenê ya li ser navçeya Dîgorê û alîkariyên hatine şandin bi çîkolata û ava fêkiyan va dan zarokan.
- "Em bûn şahidê kêfxweşiya zarokan"
Ji dildaran Tugba Akinciyê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew diçin gundan û wiha axivî: "Em hatin zarokên li gundê Turkmeşenê şa bikin. Beriya zivistanê me pêlîstok, bot, mont û melzemeyên kirtasiyeyê ji wan ra anî. Zarokan dema em dîtin pir kêfxweş bûn, şa bûn. Qers memleketekî sar e, hewcedarî bi van tiştên zivistanê heye. Kêm be jî me alîkariya wan kir ku ev ji bo me kêfxweşî bû."

Dildar Fatmanur Yemenogluyê jî got beriya zivistanê ew benda piştgiriya xêrxazan in û wiha axivî: "Gotinek heye ku dibêjin "hin caran kêfxweşiya zarokekî dikare dinyayê ronî bike", me jî ev gotin ji xwe ra kir rêberî û me xebateke bi navê "bila li Qersê zarokekî bê pêlîstok nemîne" da destpêkirin. Bi vê projeya "Tu jî pêlîstokekê bide" va em pêlîstok, bot, mont, melzemeyên kirtasiyeyê didin zarokên li gundan û navçeyê. Em bûn şahidê kêfxweşiya zarokan. Li bajarê me zivistan zehmet derbas dibe. Ji bo ku em gelek zarokan şa bikin hewcedariya me bi alîkariya her kesî heye."