Koçerên ku ji Başûrê Rojhilatê bi rê ketin, piştî rêwîtiyeke bi zehmet a bi qasî mehekê gihîştin Mûşê

Muş
Koçerên ku qasî mehek berê bi heywanên xwe ra ji Diyarbekir û Mêrdînê bi rê ketin ku herin zozanan, gihîştin herêma Şenyaylayê ya Mûşê.
Mûş ji ber deşt, mêrg û ava xwe ya paqij yek ji wan navendên giring e ku pez lê tê xwedîkirin.
Li Diyarbekir û Mêrdînê ji ber ku hewa pir germ e koçer havînê diçin Mûşê.
Koçerên ku qasî mehek berê bi rê ketin ku herin Mûşê, dem demî li cihên hêşîn û avî bêhna xwe dan û di dawiyê da gihîştin herêma Şenyaylayê.
Koçer wê demekê li vir bimînin û paşê jî wê heywanên xwe bibin deştên gundên Suruguden, Yukarisizma û Karameşeyê.
Ji koçeran Mehmet Raşît Kaplan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew her sal heywanên xwe ji Nisêbîna navçeya Mêrdînê dibin zozanên Mûşê.
Kaplan got ji bo ku ew rastî êrîşên heywanên kovî neyên, nobetê digirin û wiha axivî: "Em bi roj heywanên xwe dibin û êvarê jî bêhna xwe didin. Em rastî gelek zehmetiyan tên. Em qasî 4 mehan li zozanan dimînin û paşê dîsa bi meşê digîhêjin Mêrdînê."
Maşallah Suneyê ji Haniya navçeya Diyarbekirê hatiye jî got ew 45 sal e ku debara xwe bi şivaniyê dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.