Alîkarê Serokwezîr Akdogan got: "Di projeya têkbirina AK Partiyê de HDP xwe dide bikaranîn. Zihniyeta wesayetkar ku bû sedema derketina pirsgirêka kurdan, HDPê bi kar tîne, HDP xwe dide bikaranîn."
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan der heqê hevdîtinên ku bi heyeta HDPê ra kirin de wiha got: "Ez wezîrê berpirsê rêzikdanînê me û bi hemû partiyan re hevdîtinê dikim. Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de jî wezîfeya min e ku ez partiya siyasî re hevdîtinê bikim. Ji vî alî ve ez bi wan re hevdîtinê dikim. Ev hevdîtin nayê wê wateyê ku em ketine milên hev. Ji bo ku teror biqede, ji bo ku rêxistina terorê çekê dayne hevdîtinên ku dewam dikin perçeyek pêvajoyê ye."
Akdogan beşdarî bernameya "Kûlîsa Paytext" ya Kanal 7ê bû û pirsên der heqê rojevê de bersivandin.
Akdogan li ser pirsa "Meriv HDP û pêvajoya çareseriyê û pêvajoya hilbijartinê çawa fêm bike?" got ku HDP û AK PArtî ji aliyê fikr û îdeolojiyê ve partiyên cuda ne.
Akdogan got ku ew û HDP di nav têkoşîneke mezin de nin û wiha dewam kir:
"Vê têkoşînê îro dest pê nekir. Ev bi salan e ku min der heqê van de pirtûk û makale nivîsandin. Wê demê jî ji min re digotin ku tu bi awayekî tundî rexne dikî. Min nû dest bi rexnekirina van nekiriye. Hevdîtinên min û heyata HDPê... Ez wezîrê berpirsê rêzikdanînê me û bi hemû partiyan re hevdîtinê dikim. Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de jî wezîfeya min e ku ez partiya siyasî re hevdîtinê bikim. Ji vî alî ve ez bi wan re hevdîtinê dikim. Ev hevdîtin nayê wê wateyê ku em ketine milên hev. Ji bo ku teror biqede, ji bo ku rêxistina terorê çekê dayne hevdîtinên ku dewam dikin perçeyek pêvajoyê ye. Ev nayê wê wateyê ku em di her mijarê de hevdîtinê dikin û li hev dikin. Dema ku min bi wan re hevdîtin kir jî min ew rexne dikirin."
Akdogan got ku "Li gor min HDPê projeyekê wek partî dixin hilbijartinê. Li HDPê zor hat û HDP wek partî kirin hilbijartinê û ji vê hin tişt tên hedefkirin. Armanca wan a sereke têkbirina AK PArtiyê ye. Li dijî AK Partiyê cepheyek heye. Ji ber vê jî têkiliyên wan ên navxweyî û dereke hene. Piştî bûyerên Geziyê her rê ceribandin."
- "Xwezî bi tena serê xwe biketa hilbjartinê"
Akadogan destnîşan kir, HDP bi zihniyeta ku berê partiyan wan girtin re ye û wiha dewam kir:
"Di projeya têkbirina AK Partiyê de HDP xwe dide bikaranîn. Zihniyeta wesayetkar ku bû sedema derketina pirsgirêka kurdan, HDPê bi kar tîne, HDP xwe dide bikaranîn. Ji ber vê çendê li vê derê paradokseke mezin heye. HDP bi vê yekê ve bixwe dawiya xwe tîne. Heke ev cephe ser bikeve, kî wê pêvajoya çareseriyê çêke? Ev pirseka pir zelal e. Bila bersiveke eşkere bidin vê pirsê. Cihekî ku AK Partî lê tunebe, pêvajoya çareseriyê wê çawa çêbe? CHPya neteweyîkar û MHPya ku wek kategorîk her tiştî red dike, wê vî karî bike an jî HDP bi tena serê xwe wateyeke wê heye? Ev denklemeke pir zelal e."
Akdogan got, "Vê gavê bi rêxistineke ku dijminê pêvajoya çareseriyê ye re tifaq kiriye" û wiha dewam kir: "HDP wek projeyekê kirin hilbijartinê. Hem (rêxistinên) derbekar û wesayetkar hem jî dijminên pêvajoya çareseriyê vê gavê hewl didin ku HDPê bi kar bînin û bigihîjin armanca xwe. Ez hewl didim ku projeyeke wiha serkeftî nebe. Heke bi ser bikevin, em ê vegerin Tirkiyeya berê. Xwezî bi tena serê xwe biketa hilbjartinê, lê tifaqên wiha nekira, belkî wateya gotinên wan hebûna."
Akdogan got ku projeya siyasî ya HDP û PKKê xweserî ye û wiha dewam kir: "Li holê (partiyeke) ku projeya siyasî ya rêxistina terorê bi rê û rêbaz û lîsteyên ku ku rêxistina terorê diyar kirine ve tîne rojevê. Ji ber vê çendê wateyeke vê tuneye. Heke rêxistinê guh bida banga çekdanînê û kongre bicivanda, paşda biçûya, wê çaxê wateyeke vê wê hebûya. Helbet divê siyaseta demokratîk hêzdar bibe. Lê ya din dema ku paş bikeve, ev wê pêş bikeve. Heke her du bi hev re pêş bikevin, ev ê di saziya siyasetê de şiddet û şantajê eşkere bike."
Akdogan got ku ev pir talûke ye, mirov vê talûkeyê nabînin û fêm nakin.
Akdogan bal kişand ku di saziya siyasetê de cara ewil e ku şantaj û tehdît ew qas eşkere dibe û wiha dewam kir:
"Em wiha lê binhêrin, Selahattîn Demirtaş ji sedî 9an derbas bû. Demokrattir bû, zêdetir rey hilda, zêdetir aqil qirt, me wisa negot? 45 roj şûnda mirov derxistin sikakê, banga şiddetê kir. Çima? Lewra wisa hîn bûne. Li herêmê wisa ser dest dimînin. Heke li cihekê rêxistineke çekdar hebe, hewl bide ku li wan deran hêza xwe xurt bike, otorîteya xwe çêbike, wê demê siyasetmedar tenê wê pêşiya wê rêxistinê veke, çaxa ku dilê wî dixwaze wê diçe cem rêxistinê, tehdîtan dike, şantajê dike. Ji ber vê çendê ez derbasbûna bendê ya HDPê wisa dibînim ku di siyaseta tirkan de şiddet û şantaj wê eşkere bibe, demokrasî jehrî bibe, siyaset wê terorîze bibe. Ez vê wek pirsgirêk dibînim."
Akdogan got ku heke AK Partî tunebe pêvajoya çareseriyê jî wê tunebe, HDP bi tena serê xwe nikare pêvajoya çareseriyê bimeşîne. Akdogan daxuyand ku wan pêvajoya çareseriyê da destpêkirin, HDP wê demê di meclisê de tunebû.