Li qûntar û derdora çiyayên li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), di navbera PKK û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) de, pevçûn çêbû.
Hat ragihandin ku sedema pevçûna di nava PKK û PDKÎyê de bidestxistina mewziyên Hînere, Keleşîn û Sakarê ye. Pevçûn vê sibehê dest pê kir û milîtanên PKKyê ji PDKÎyê 2 kes kuştin.
Rêvebirê PDKÎyê Mihemed Salih Kadiriyê li Hewlêrê, ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku milîtanên PKKyê êrîşê pêşmergeyên ku li Hînere, Keleşîn û Sakarê mewzî çêkirin kir û di êrîşê de 2 endamên wan hatin kuştin.
Kadirî got ku ev demeke PKK dixwest ku pêşmerge ji herêmên wek Hînere, Keleşîn û Sakarê vekişe û wiha axivî: "Ji ber ku me herêmê neterikand, PKKyê vê sibê êrîşê pêşmergeyên me kir. 2 hevalên me şehîd bûn. Em jî mecbûr man ku xwe biparêzin."
Kadirî destnîşan kir ku ji ber xwedî lê derketina cih ev demek bû di navbera PKK û PDKÎyê de rageşî çêdibe û wiha dewam kir: " Pêşmergeyên endamên PDKÎyê xwest ku li herêma Çiyayê Qendîlê ku di navbera Îran û Iraqê de dimîne de baregeh çêkin; lê belê PKKyê ber li wan girt. PKKyê pêşmergeyên me dorpêç kirin. Piştî vê şer çêbû. Pevçûn dewam dike. PKK dixwaze me ji herêmê derxe lê em dixwazin baregeha xwe li wir avabikin. Lewra cinazeyê gelek şehidên me li wir hene."
Di vê navberê de Siyasetmedarê Kurd ê ji Silêmaniyê Mihemed Emîn Pencuvînî jî şerê di navbera PKK û PDKÎyê de piştrast kir. Pencuvînî rewşa herêmê ji çapemeniya Kurdan a li herêmê re nirxand: "Hevalên me yên di nav PKKyê de ne li me geriyan û gotin şer çêbû û şerê li herêmê dewam dike. Li gor min xêra vî şerê ji her du aliyan re jî tune. Divê ew bi rêya diyalogan pirsgirêka navbera xwe de çareserbikin. Li bir berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milên Serokê HKIyê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û hemû aliyên din. Divê siyasetmedar û erkdarên kurd destûrê nedin ku 'şerê di navbera birayan de' dewam bike."
Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) di sala 1945an de bi destê Qadi Mihemed hat damezrandin. Partiya ku dijî Îranê şerê çekdar dikir di sala 1995an de, ji bo ewlehiya Herêma Kurdistanê ji herêma ku li wir bû vekişiyabû û şerê li vir rawestiya bû. PDKÎ ji Çiyayê Qendîlê vekişiyabû û li Koya navçeya Hewlêrê bi cih bibû. PDKÎyê piştî ku Ferînaz Xosrewaniya keça kurdan li Mahabada bajarê Îranê xwe kuşt xwest ku hêzên pêşmergeyan cardin sewqî qûntara Çiyayê Qendîlê yê ser Îranê bike.