Kusay el-Ferîza 7 salî li Sûriyeyê di bombebarandina hêzên rejimê de şewitî û li bendê ye ku were tedawîkirin. Piştî bombebarandinê agir bi mala wan ket û bedena wê şewitî.
Mala Kusayê li bajarê Îdlibê gundê Sifahanê bû. Di meha rêbendanê de êrîş hat kirin û mala wan xerab bû, soba wergeriya û agir bi malê ket. Kusay di agir de pir şewitî û giran birîndar bû û vê gavê li Tirkiyeyê şifayê digere.
Weqfa Alîkariya Mirovahî ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) ji bo tedawiyê Kusay, bavê wê Ferîz el-Saîd anî Fatîha navçeya Stenbolê û ew di otelekê de bi cih kirin.
Ferîz el-Saîdê bavê Kusay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, bijîşkan gotiye heke keça te di nav du mehan de emeliyet nebe, dibe ku bimire.
Feriz el-Said got ku di êrîşa bibombe de agir bi malê ket, mazot pekiya ser Kusay û Vîena abla wê û keçeke wî di şewatê de mir. Saîd wiha axivî:
"Ev çend mehin ku em nexweşxane nexweşxane digerin. Em bi gelek bijîşkan re axivîn. Gelek pisporan Kusay miane kir. Hemûyan got ku heke di nav du mehan de neyê emeletkirin, dibe ku bimire. Çavekî wê nabîne. Rewşa wê me perîşan dike."
- "Malbata min jî wek Sûriyeyê perçe bû"
Saîd got ku di pevçûnên navxweyî yên welatê wî de bi hezaran kesan can da, weke welatê wî, malbata wî jî perçe bû.
Saîd got ku ev çendîn meh in ku ew ji jin û zarokên xwe dûr e û wiha dewam kir:
"Vê gavê jî li Stenbolê rayedarên tirk sax bin ji bo Kusayê bûn hêvî û wê di nexweşxaneyeke dewletê de emelet bibe. Lê ji bo ku malbata min jî were, li Stenbolê pêdiviya min bi malekê heye."
Kusayê jî got ku birînên wê diêşin û wiha dewam kir: "Ez dixwazim qenc bim û bigihîjim dayîk û xwîşk û birayên xwe. Dixwazim ku di demeke kurt de qenc bim û bi hevalên xwe re bilîzim."
Doxtor Mehmet Bozkurt jî got ku rîska mirina Kusayê heye û ew plan dikin ku di demeke kurt de emelet bikin û wê xelas bikin.