Li gor agahiyan li Sudana Başûr ji roja yekşemê vir de bûyer berdewam dikin. Di pevçûnan de heta niha qedera 400-500 kesî mirine û gelek kes jî birîndar bûne.
Konseya Ewlehiyê ya NYyê li ser bûyerên Sudana Başûr bi taybetî civiya. Li gor agahiyên çavkaniyên dîplomatîk di civîna taybet de der heqê bûyerên li Sudana Başûr de agahî dan endamên Konseya Ewlehiyê ya NYyê
Li gorî van agahiyan di pevçûnan de qedera 400-500 kesî mirine nêzîkî 800 kesî jî birîndar bûne.
Piştî civînê li KENYyê civîna çapemeniyê hat lidarxistin û hat diyarkirin ku ji ber bûyeran zehf xemgîn in û ditirsin ku sivîl jî werin kuştin.
Di daxuyaniyê de ji her aliyan jî xwestin ku bila dest ji pevçûnan berdin û bi îtidal tevbigerin. Hat diyarkirin ku pevçûnên hê zêde bin.
Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Ki-mûn der barê vê mijarê de bi Serokomarê Sudana Başûr re di telefunê de axivî û xemgînîya xwe ya ji ber pevçûn û kuştina sivîlan anî ziman.
Ban di telefunê de diyar kir ku 13 hezar kesî xwe spartiye kampa NYyê û ji hikûmetê garantiya parastina sivîlan xwest.
Li Jubaya paytexta Sudana Başûr di navbera Muhafizên Komarê de roja yekşemê pevçûnan dest pê kiribû. Serokomar Salva Kîîr diyar kiribû ku li dijî wî rabûne derbeyê lê yên ku têkiliyan wan bi derbeyê re hene hatin girtin.