Li Komara Afrîkaya Navîn şer û pevçûn bi tund didomin. Ekîba Anadolu Agencyê (AA) piştî rêwîtiyeke bi zehmet xwe gihand paytext Bangûiyê û diyar kir ku paytexta welêt dişibe bajarên ku bê mirov in.
Şofêrê texsiyê James Obaniyê ku ekîba AAyê ji balafirgehê dibir otêla lê diman qala rewşa bajêr kir û got ku beriya şer, pevçûn û bûyeran paytext Bangûî bajarekî pir bi reng bû. Her kes dilxweş bû lê niha her kes ditirse û ji malên xwe direve.
Li paytext Bangûiyê di navbera komên misilman û xiristiyanan de şer derketibû û li gor tespîtên saziyên alîkariyê ji heftaya borî û heta niha herî kên 600 kes mirin.
Welatî li bajar heta12 saetan nikarin derkevin kolanan lewra derketina derve hatiye qedexekirin û ji ber vê jî kesên ku dixebitin piştî danê nîvroyê deriyê dikanên xwe digrin û berê xwe didin malên xwe.
Welatiyên ku ji ber şer û pevçûnan ji nav bajar reviyane û di qampên ku li balafirgehê hatine avakirin dimînin. Hejmara wan jî herî kêm 40 hezar e. Kesên ku xwe negihanin qampê ji xwe re yan kon dadînin û yan jî di dibistan û nexweşxaneyan de bi cih dibin.
Li gor Neteweyên Yekbûyî ji ber şer û pevçûnan nêzî 400 hezar kes ji welatê xwe hema li ber revêye. Hezar û 600 leşkerên Fransayê û leşkerên Yekîtiya Afrîkayê li çar aliyê welêt in.