ERBÎL
Serokomarê Iraqê û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî di 17ê çileya pêşîn a 2013an de li Bexdaya paytexta Iraqê xwîn çûbû ser mêjiyê wî û pişt re ji bo dermankirinê sewqî Almanyayê kiribûn. Ev salek e ku Talabanî tê dermankirin.
Dermankirina Serokomarê Iraqê Talabanî li paytextê Berlina Almanyayê li Nexweşxaneya Chareteyê didome. 365 roj e cihê Talabanî vala maye û ev gelek caran bûye sedema nîqaşan.
Zanyarê siyasetê yê Iraqî Ebdulccebar Şehlî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî Talabanî li gelemperiya Iraqê valahiyeke siyasî û zagonî çêbûye û wiha got: "Li gor Makezagona Iraqê divê heta niha li şûna Talabanî yek bihata hilbijartin."
Damezrînêrê YNKyê Adil Mûrad der barê vê mijarê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ne exlaqî ye ku di vê rewşê de ev nîqaş bêne kirin.
Serokê Palamentoya Iraqê Ûsame Nûceyfî jî der barê tenduristiya Talabanî de di meha çiriya paşîn de wiha gotibû: "Divê êdî cihê Talabanî vala nemîne û rewşa wî eşkere bibe. Em dixwazin li nexweşxaneyê wî ziyaret bikin û bizanibin ka wê berpirsiyariya xwe bidomîne yan na."
Serdozgeriya Iraqê daxuyanî dabû û di daxuyaniyê de hatibû destnîşankirin ku divê meclisa Iraqê serokomarekî nû hilbijêre.