Bijîşkê Talabanî yê taybet Necmeddîn Kerîm, di daxuyaniya xwe ya ku di malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de hat weşandin de got ku "Rewşa tenduristiya Talabanî pir baş e û roj bi roj jî ber bi başiyê ve diçe."
Talabanî di 17ê çileya pêşîn a 2012an de li Bexdaya paytexta Iraqê xwîn çûbû ser mêjiyê wî û pişt re ji bo dermankirinê sewqî Almanyayê kiribûn. Talabanî li nexweşxaneya Charîteyê ya paytexta Berlina Almanyayê ev 451 roj e tedawiyê dibîne.
Ji bo dîtina Talabanî bi tenê destûra bijîşkê wî û malbata wî heye. Car caran siyasetmedarên ıraqî jî dixwazin biçin Talabanî bibînin, lê destûrê nedan wan. Wêneyên Talabanî 10 çileya pêşîn a 2013an de hatibûn weşandin.