SILÊYMANÎ
Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî, Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî ziyaret kir û jê re şifa xwest.
Malikî ji paytext Bexdayê bi balafira serokwezîrtiyê hat Balafirgeha Navneteweyî ya Silêymaniyê û ji wir jî derbasî mala Talabanî ya li navçeya Debaşanê bû. Di dema serdana Malikî de li hawirdor gelek bergiriyên berfireh hatin girtin.
Hevdîtin ji bo çapemeniyê girtî hat kirin û li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, Malikî derbasîbûnê da Talabaniyê ku piştî tedawiya xwe ya li Almanyayê vegeriya welêt. Malikî her wiha rola kurdan a di çareserkirina qeyrana siyasî û leşkerî ya li Iraqê de destnîşan kir. Malikî bi bîr xist ku Serokê Parlementoyê û Serokomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin û ji Talabanî xwest ji bo ku hikûmeta nû demildest bê avakirin, bila piştgiriyê bide.
Di 17ê kanûna pêşîn a 2012an de xwîn pijiqîbû mejiyê Celal Talabanî û rojek şûn de ew sewqî Berlîna Almanyayê kiribûn. Piştî ku dermankirina wî temam bû, Talabanî di 19ê tîrmehê de vegeriyabû Iraqê. Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî, Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Goranê Noşîrvan Mistefa û serokên partiyên din ên kurdan, Parlementera Serbixwe a Diyarbekirê Leyla Zana û Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder, Talabanî ziyaret kiribûn.