MONTRO
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mûn, got ku Konferansa Cenewre-2yê ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyeyê firsendek e. Ban, bangî hemû aliyan kir da ku hemû alî dev ji şer berdin, destûrê bidin ku alîkariya mirovahî bê kirin û ji bo pirsgirêk bi awayekî siyasî bên çareserkirin hewl bidin.
Ban, di destpêka axaftina xwe ya Cenewre-2yê de, diyar kir ku ev cara ewil e ku aliyên Sûriyeyî di civînekê de wiha tên bal hev. Ban, Konferansa Cenewre-2yê ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyeyê wek firsendekê nirxand.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban, da zanîn ku berpirsyarê şerê Sûriyeyê, sûriyeyî ne, divê sûriyeyî dawî li vî şerî bînin û Sûriyeyê ji nû ve ava bikin. Ban got ku dibe ku di hevdîtinan de hin pirsgirêk derkevin pêşberî me.
Ban got ku Sûriye hat wêrankirin, niha bi milyonan mirov hewceyê alîkariyê ne, bi hezaran mirov mirin, li welêt rewşeke aloz û bêqanûnî heye. Herwiha li welêt şervanên biyanî digerin, komên radîkal ji bo bi ya wan bê kirin li gelê herêmê zilmê dikin.