Peres di Konferansa Galîleya ku îsal cara 7emîn li bajara Tîberyayê tê li dar xistin de axaftina vebûnê kir û li ser muzakereyên aştiyê yên di navbera aliyê Filistînê û Îsraîlê de hin nirxandin kirin.
Peres di axaftina xwe de di hevdîtinên bi Filistînê yan re yekem car qala xak dayînê û rawestandina avakirina malên cihûyan kir û diyar kir ku Îsraîl bi rastiyên nû yên ku di xwe de hin derfetên nû dihewîne re rû bi rû ye.
Peres got ku "Îsraîl di aştiyê de hêza herî mezin a stratejîk e" û wiha axivî: "Welatên YE û ereban hin pêşniyazên ku me çand sal berê texmîn jî nedikir pêşkêşî me dikin. Îsraîl bi rastiyên nû yên ku di xwe de hin derfetên nû dihewîne re rû bi rû ye. Berê digotin ku bi Misir û Urdunê re aştî ne gengaz e, lê em niha dibînin ku peymana aştiyê îro çiqas girîng e. Ez wisa bawer im ku ji bo Îsraîlê hin derfetên nû hene. Ez hêvîdar im ku hinek ji me ji pêşdaraziyên xwe bifilitin. Her kes dizane ku ji bo ku em aştiyê bi dest bixin, em mecbûr in ku axê bidin. Di vê mijarê de tu nîqaş tunene. Heke hikûmet biryar bistîne ku cihên nû ji bo cihûyan ava bike, em ê piştgiriyê nedin vê biryarê."
- Netanyahû peyameke tund weşand
Serokwezîr Binyamin Netanyahû jî bereksê Peres bertek nîşanê pîrozbahiyên filistîniyên ku duh hatin berdan, da û peyamên tûj şandin.
Netanyahû got ku "Kûjer qehreman nînin. Encax dema ku hewldanên ji bo tunekirina Îsraîlê xilas bibin dê aştî çêbe. Em heke ji berjewendiyên xwe û ewlehiya gelê xwe bi bawer bin, dê ew çax aştî çêbe. Aştî encax dema ku me xwe li hember gefan parast dê derkeve holê."
Tê payîn ku konferans du rojan bidome û digel gelekî wezîran parlementer û akademîsyen jî beşdarî konferansê dibin.