Li gor agahiyên çavkaniyên ewlekariyê li herêma Ez-Zaferaniye erebeke bombebarkirî teqandin. Di bûyerê de 7 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn. Li herêma Es-Sadr jî erebeke bombebarkirî teqandin û 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li navenda bajêr jî bombeke ku bi desta ve hatiye çêkirin di otobosê de teqandin di vê bûyerê de jî 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn.
Hat îdiakirin ku li Ramadiya navçeya Enbarê rojnamevanek bi guleya leşkeran hatiye kuştin.
Çavkaniyan diyar kirin ku Omer ed-Dûleymî nezîkî qada Şeref û Rûmetê di nav şerê leşker û eşîretan de bi guleya leşkeran ve hatiye kuştin.
Hat diyarkirin ku rojnamevan bi guleya nişangerekî ve hatiye kuştin û cinaze bi destê polêsan ve rakirine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ramadiyê.