AGIRÎ
Li Taşliçaya navçeya Agiriyê rêyên gundan ji ber berf û bagerê hatin girtin û bilindahiya berfê derket 4 mêtroyan. Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr demeke dirêj xebitîn û rê vekirin.
Li mewqiya Tanyoluyê ji ber ba û bagerê têlên ceyranê qetiyan, rêyên gundek û çar goman hatin girtin. Ji bo van pirsgirêkan çareser bikin, ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr çûn herêmê.
Qalindahiya berfê derket 4 mêtroyan, ekîba ku ji 8 kesan pêk dihat, 9 saet xebitîn û rê dîsa vekirin.
Midûrê Îdareya Taybet a Bajêr Mustafa Şengul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku rêya Tanyoluyê ji ber berfê hatibû girtin, ji ber vê yekê jî ekîbên TEDAŞê nikaribûn biçûna gund û têlên ceyranê dîsa girêdana û gava ku haya wan jê bû, ekîb şandin û rê vekirin.