SILÊMANIYE
Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mehmûd Sengawî bi îdiaya ku rojnamevan Kawa Germiyanî daye kuştin hatibû derdestkirin serbes berdan. Hat ragihandin ku ji ber kêmbûna delîlan Mehmûd Sengawî serbest hatiye berdan. Rojnamevan Kawa Germiyanî li navçeya Kelara bajarê Silêmaniyeya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di 5ê çiriya paşîn a sala 2013an de li mala xwe piştî êrîşeke biçek hatibû kuştin.
Parêzerê Sengawî Herîş Ehmed Qadir, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Dadgeha Kelarê ji ber kêmbûna delîlan Sengawî serbest berdaye û dosye girtiye.
Li ser gilîkirina malbata Kawa Germiyanî 16 roj berê Dadgeha Kelarê di derbarê Sengawî de biryara derdestkirinê dabû.