Li bajarên Enbar, Selahaddîn û Misûlê di operasyonên li hember rêxistina terorê DAEŞê de 73 milîtanên DAEŞê hatin kuştin.
Fermandarê Yekîneya Operasyonan ê Enbarê Tumgeneral Mihemed Xelef ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku koalîsyona navneteweyî ya ku serkeşiya wî Amerîka dike li gundên el-Xalidiyeya navçeya Enbarê êrîş bir li ser 5 hedefên DAEŞê. Di êrîşên hewayê de 29 milîtan hatin kuştin.
Li bajarê Selahadînê jî kesekî ji ewlehiyê got ku li Beyciya bajarê Tikrîtê di navbera milîtanên DAEŞê û hêzên ewlehiyê de pevçûn derket û 22 milîtan hatin kuştin.
Kesê ji ewlehiyê got ku ji bilî vê li herêma Siyniyyeyê jî di pevçûnan de 12 milîtan hatin kuştin.
Li herêma Sarayê ya Misûlê jî di baregeheke milîtanên DAEŞê de bombe teqiya û di teqînê de 10 milîtan mirin.