Haydar Şahin
12 Gulan 2017•Rojanekirin: 15 Gulan 2017
DARUSSELAM
Li Darusselama bajarê Rohilatê Afrikayê bi milyonan kesên ji bawerî û çandên cuda bi hizûr dijîn.
Darusselama ku ji vir 150 sal barê li qeraxê Okyanusa Hindê hatibû avakirin îro bi bendera xwe ya tebiî, tûrîzm û bazirganiya xwe va xwediyê 4,5 milyon nifûsî ye.
Bajarê ku berê ji bo Rohilatê Afrikayê ya Almanyayê paşê jî ji bo rêveberiya mêtingeh a îngilîzan paytextî kiribû piştî serxwebûna ku di sala 1964an da hat bidestxistin jî 32 salan ji Komara Yekbûyî ya Tanzanyayê ra paytextî kir.
Ji eslê xwe navê bajêr Mzîzîma ye û piştî ku Siltan Seyîd Macidê kurê Siltanê Zenzîbarê Seyîd Seîd di sala 1862yan da li vê derê qesrek û hin avahî dan çêkirin navê bajêr wekî Darusselamê bi nav û deng bû.
Di Qurana Pîroz da terkîba daru's-selamê derbas dibe û tê meneya "ciyê hizûrê" û navê bajêr jî ji vê derê tê.
Piraniya nifûsê bajêr misliman in û xêncî mislimanan jî komên xwedî baweriyên herêmî û gelek kesên xiristiyan hene. Li hin taxên bajêr mizgeft û dêrên ku komên cuda diçinê bi hev ra hene.
Ereb û kesên ji aliyê Hindistanê bi sedan sal berê ji bo bazirganiyê hatine bajêr jî li vir dijîn û îro piraniya gelê bajêr ji wan pêk tê lê belê ji eslê xwe dûr ketine.
Ya rastî kesên ji aliyê Hindistanê hatine û îro bi zamanê swahîlîkî yê zimanê fermî yê dewletê diaxivin der barê ciyên ku jê hatine da tu tiştî nizanin.