HAKKARÎ
Ji aliyê Midûriyeta Bajar a Xizmetên Ciwanî û Sporê ve li zozanê Berçelanê meşa siruştê hat lidarxistin.
Siruşthezên ku li Stanyûma Bajêr a Hekkariyê civiyan, ji vir bi wesayitan derketin girê Zînê. Siruşthez piştî meşa ku 4 saetan dom kir, gihiştin gundê Konak ê. Ciwanan li vir sitran got û govend girtin.
Midûrê Bajêr ê Xizmetên Ciwanî û Sporê Reşît Guldal ji nûçegihanan re daxuyand ku şahî û çalakiyên bi vî rengî dê pêşerojê de jî dewam bikin û got: "Ev wek destpêkekê bû. Ji niha pê ve em ê ji bo stresa xwe xelas bibin çalakiyên wiha li dar bixin."
Dekanê Zanîngeha Hekkariyê yê Fakulteya Endezyariyê Prof. Dr. Mehmet Nûrî Bodûr jî got ku wê meşê ew kêfxweş kiriye û tebîeta Hekkariyê jî di nav tebîeta cîhanê de ji cihên herî xweş yek e.