QAHÎRE
Hêzên ewlekariyê yên Misrê li qada Rabiatul Adewiyye û Nahdayê mudaxaleyê didomînin û di vê navberê de ji bilî Qahîreyê ji bajarên din jî xeberên qetliyamê tên.
Di serî de li Minye û Asyûtê û her wiha li bajarê Helvanê jî polês mudaxale li xwepêşandêran kir û di ancama mudaxaleyê de li van her sê bajaran, ji 2 hezar kesî zêdetir birîndar hene.
Li Qahîre û bajarên din her çiqas mudaxaleya polêsan hebe jî xwepêşandanên li dijî derbeyê didomin.
-Li Îsmailiyê êrîş li wesayîta leşkeran hat kirin
Li bakurê Misrê, li bajarê Îsmaîliyê êrîş li wesayîta leşkeran hat kirin û di êrîşê de yek jê Serheng du endamên artêşê mirin û leşkerek jî birîndar bû.
Li gor agahiyên ku ji hêzên ewlekariyê hatin standin, li bajarê Îsmaîliyê li herêma Mefarîq Ebû Suveyrê ji hêla kesên nediyar ve êrîş hate pê. Di êrîşê de Serheng Muhammed Kûmî û leşkerek canê xwe ji dest dan û leşkerek jî birîndar ket.
Hin şahidên bûyerê jî gotin ku ji wesayîta bêpîlaqe gule berdane wesayîta leşkeran.
Piştî mudaxaleya li Rabîa û Nandayê, li bajarên tûrîzmê yên wekî Hûrgada, Şarm El Şeyx û Dehabê çalakiyên li dij qetliyaman pêk hatin.
Li Hûrgadayê bi hezaran kes li navenda bajêr civiyan û qetliyam şermezar kirin û di vê navberê de hin tûrîstên li wir ji wir veqetiyan û çûn.
Li Şarm El Şeyxê jî xwepêşandanên lidarketî tûrîstên li wir tirsandin.
Li bajarekî din li Dehabê jî hat zanîn ku hin Bedewî ji gund hatine û li navenda bajêr xwepêşandan pêk anîne.