ERBÎL
Hin leşkerên kurd ku yên di artêşa Iraqê de peywirdar in, li ber Wezareta Peşmergeyan ya Rêveberiya Herêma Kurdistana Federal ya Iraqê xwepêşandan li dar xistin.
Leşkerên kurd li ber deriyê wezeratê kom bûn û rê li trafigê girtin, diruşmeya ku 'em naxwazin di artêşa Iraqê de wezîfeyê bikin û em dixwazin tevli hêzên peşmergeyê bibin' anî ziman.
Leşkerê bi navê Cemal Silêmanî ku di sala 2004an de tevli artêşa Iraqê bûye wiha got: "Fermandarên me guherîn. Şûna yên kurd, yên ereb anîn. Ji ber vê em gelek caran rastî zextan tên."
Yunus Emreyê ku ev 9 sal in di artêşa Iraqe de peywirdare jî got: "Ji ber ku min xwest êdi di artêşa Iraqê de nexebitim û tevli hêzên peşmergeyan bibim, ev 2 meh in ez nikarim mehaniya xwe bistînim"
Berdevkê Wezerata Peşmergeyan ya Kurdistanê Hilgirt Hikmet daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û wiha got: "Evna ne peşmerge ne, leşkerên girêdayî artêşa Iraqê ne. Dixwazin tevli hêzên peşmergeyan bibin. Beriya niha me bi nûnerên van leşkeran re axift û me hewl da ku em pirsgirêkên wan çareser bikin. Lê ne mumkun e ku leşkerên girêdayî artêşa Iraqê, tevli peşmergeyan bikin."