2017 ж. 14 тамыз•Rojanekirin: 2017 ж. 15 тамыз
BEYRUT
Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrellah di salvegera şerê di navbera Îsraîl û Libnanê yê ku di 12ê Tîrmeha 2006an de dest pê kir û 34 rojan dewam kir de axivî.
Hesen Nesrellah di axaftina xwe ya televizyonê de got Hizbullah ji bo operasyona ku artêşa Libnanê wê li hember hêzên DEAŞê li ser sînorê Sûriyeyê bike amade ye ku piştgiriyê bide.
- "Hewcedariya me bi Sûriyeyê heye"
Nesrellah got ew bi rêveberiya Sûriyeyê re der barê operasyona ku wê li dijî DEAŞê bê destpêkirin de hevdîtinan dikin, lewra sînorê Sûriyeyê yê li Libnanê divê bê paqijkirin.
Nesrellah wiha axivî: "Hemû libnanî, hewcedariya me bi Sûriyeyê heye. Divê em berjewendiyên xwe yên siyasî û şexsî deynin alîyekî û ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî dest bi diyalogê bikin. Hizbullah ji li hemberî Îsraîlê gefan bixwe li gor berê niha zêdetir xurt û amade ye."
Nesrellah got Îsraîl zextê li ser rêveberiya Serokê Emrîkayê Donald Trump dike ku ew li hember Hizbullahê zêdetir tevdîrên hişk bigirin.