İbrahim Atmaca
15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 15 Mijdar 2017
BEYRÛD
Seed Herîrî da zanîn ku ji wezîfeya xwe ya serokwezîriya Libnanê îstifa kiriye û dubare kir ku wê vegere Libnanê.
Serokomar Mîşel Ewn îro îdia kir ku "Seed Herîrî li Erebistana Siûdî girtî ye". Li ser îdiaya Serokomar Ewn Herîrî li ser medyaya sosyal daxuyanî da û got "Ez ê vegerim Lubnanê".
Di daxuyaniya Herîrî da wiha hat gotin, "Weke ku min berî niha jî gotibû ez pir pir baş im. Weke ku min soz da înşellah ez ê vegerim Libnana welatê xwe, hûn ê bibînin."
Serokomarê Libnanê Ewn îro daxuyanî da û wiha gotibû: "Li ser îstifakirina Herîrî ra 12 roj derbas bû, lê hê ji Erebistana Siûdî venegeriya. Li gor me ew li wê derê girtî ye. Em girtina wî li dijî Libnanê wek dijminiyê dibînin."
Herîrî duh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî dabû û gotibû ku rewşa wî baş û wê di nav du rojan da vegere welatê xwe.