Haydar Şahin
2018 ж. 03 қаңтар•Rojanekirin: 2018 ж. 04 қаңтар
MOSKOVA
Wezareta Parastina Rûsyayê diyar kir ku firokeyeke bi tîpa Mî-24 ji ber erizeya teknîkî li nêzî Hemayê kete xwarê.
Di daxuyaniya wezaretê da hat diyarkirin ku 2 pîlotên di firokeya ku 15 kîlometreyî li dûrî Baregeha Hewayî ya Hemayê ji ber erizeyeke teknîkî kete xwarê da mirin.
Hat destnîşankirin ku teknîsyenek di qezayê da xilas bû û neqlî Baregeha Hewayî ya Himeymîmê kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku îdiayên dibêjin firoke piştî êrişê kete xwarê rast nînin, li ciyê ku firoke bi ser da ket zirareke girîng çênebû.
Çavkaniyên herêmî yên ji Sûriyeyê gotibûn ku firoke di 31ê berfanbarê da ketiye xwarê.