Haydar Şahin
03 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2018
BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê (YE) bangî hemû aliyan kir ku bira di protestoyên li Îranê da dev ji tundiyê berdin.
Serwêsa Têkiliyên Derva ya YEyê (EEAS) der barê protesto û bûyerên tundiyê yên li Îranê dewam dikin da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku xwepêşandan û bûyerên tundiyê yên ku li Îranê dewam dikin ji nêz va teqîb dikin û wiha hat gotin: "Ji bo YEyê di têkiliyên bi Îranê ra da mafên mirovan her tim mijara sereke bû. Ji bo hemû welatan çalakiyên aştiyane û azadiya îfadeyê ji mafên bingeh in û Îran jî îstisna nîne."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku bi meqamên Îranê ra di têkiliyan da ne û wiha hat gotin: "Em bangî hemû aliyan dikin ku bira ji tundiyê dûr bisekinin, azadiya îfadeyê hildin bin garantiyê. YEyê teqîba rewşê bidomîne."
Di 28ê berfanbara 2017an da hin çalakvanan li Meşheda bajarê Îranê bihabûna li welêt, bêkarî, feqîrî û pirsgirêkên din protesto kiribûn. Di demeke kin da çalakî vegeriyan protestoyên li dijî rejimê û li Tehran, Kirmanşah, Senendec, Zencan, Şîraz, Qûm, Ehwaz, Zahîdan, Erak û Hurem Abadê belav bûn. Hat ragihandin ku di bûyerên li welêt da hetanî nika herî kêm 23 kes hatin kuştin û ji hezarî zêdetir çalakvan jî hatin binçavkirin.