Yekîtiya Ewropayê (YE) Rapora Pêşveçûna 2014an ya Tirkiyeyê pesend kir. Di rapora ku komîsyona YEyê weşand de pêsnê 'pêvajoya çareseriyê' hat dayîn.
Yekîtiya Ewropayê (YE) Rapora Pêşveçûna 2014an ya Tirkiyeyê pesend kir.
Di rapora ku Komîsyona YEyê weşand de wiha hat gotin: "Pêvajoya ku hedefa wê çareserkirina meseleya kurdan e, dewam kir. Ji bo çareseriyê vebijêrk bi awayekî berfireh û azad hat nîqaşkirin. Bi guhertinên ku di meha adarê de hatin kirin ve pêşiya zimanên bêyî tirkî vebûn ku di hilbijartinan de propaganda bi zimanên din jî bên kirin. Alîkariya qamûyê dan partiyên ku ji sedî 3 deng hildan jî. Ji bo perwerdeya taybet a bi zimanê dayîkê destûr hat dayîn. Cezayê ku ji bo herfên kurdî X, Q, Wyê dihat dayîn, rakirin."
Li gor raporê di meseleya kurdan de "Newroz jî tê de bi giştî rewşeke erênî heye" û ji bo ku teror bê qedandin û ji bo entegrasyona gel çêbibe TBMMyê di meha hezîranê de zagon çêkir. Ev zagon ji bo mizakereyên pêvajoya çareseriyê bingeheke hiqûqî ye. Ev tê armanckirin.
Di raporê de bi awayekî berfireh qala pêvajoya çareseriyê kirin û tesbîtên wiha derket pêş: "Her çend li rojhilata başûr hin rewşên neyênî rû dabin jî, pêvajoyê dewam kir. Zagona ku di meclisê de derxistin ji bo mizakereyên çareseriyê bû bingeheke zagonî."
Li gor raporê pêdiviya verastkirinên zagonî yên nû hene ku demderbasbûnên li ser failên mechûl bên rakirin.
Li gor Rapora Pêşveçûnê der heqê têkiliyên sivîl û leşkeran de wiha hat gotin: "Sererkaniyê ji bilî carekê der barê pêvajoya çareseriyê de li ser mijarên siyasî şîrove nekir."