Türkan Tosun
03 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2018
ÎDLIB
Li Îdliba Sûriyeyê di nav du hefteyan de ji ber êrişên rejima Esed û Rûsyayê 58 sivîl hatin kuştin û 160 sivîl jî birîndar bûn.
Midûrê Parastina Sivîl a Îdlibê Mistefa Hac Yûsif ji nûçegihanê AAyê re daxuyand rejima Esed û Rûsyayê ji 17ê çileya pêşîn a 2017an vir va 200 êrişên esmanî kirin.
Yûsif got 17 jê jin, 13 zarok bi tevahî 58 kes hatin kuştin û 160 kes jî birîndar bûn û wiha axivî: "Di nav du heyteyan de ji 200î zêdetir êrişên esmanî hatin kirin. 96 bombeyê warêlê hatin bikaranîn. Ji bejahiyê jî 759 êrişên roketê hatin kirin."
Di civîna Astanayê ya ku navbera 4 û 5ê gulana 2017an çêbûbû de Îdlib wek herêma rageşî divê lê bê kêmkirin hatibû îlankirin. Lê rejima Esed gelek carcaran agirbestê îxlal dike.