QUDIS
Piştî êrîşa leşkerên Îsraîlê ya li ser Mescida Eqsayê misilman texrîbatên di mescidê de temîr dikin.
Gelê Filistînê dîwarên xirabe çêdikin û paqijiya Mescida Eqsayê dikin.
Mescida Eqsayê ya ku li Qudsê ye qibleya misilmanan a ewil e. Di nav Kuliyeya Mescida Eqsayê de Mizgefta Qubetusehrayê, Mescida Qibleyê, muze û medrese hene. Cihû bawer dikin ku di bin kuliyeyê de xirbeyê Mebeda Silêman heye û ji bo vê jî binê kuliyeyê dikolin.
Rayedarên Îsraîlê û cihûyên ku li ser erdê filistîniyan bi cî bûne hin caran dikevin Kuliyeya Eqsayê û cimaeta mizgeftê û xwendekarên ku li wir perwerde dibin aciz dikin. Misilman li dijî van kirina derdikevin û ji ber vê yekê jî li Mescida Eqsayê ragêşî derdikevin.