HATAY
Sûriyên ji ber şerê li welatê xwe revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê, di konên ku xêrxwazan ji bo wan vegirtin de dimînin. 140 sûriyeyiyên li vir ji bo jiyanê berxwe didin.
40 jê zarok bi tevahî 140 sûriyeyiyên ku ji ber êrîşên esmanî ên ser Helebê revîn û hatin Hatayê aniha li Taxa Gultepeya ser navçeya Kirikhanê dimînin.
Komeleya Alîkariyê ya Hatayê (HAYAD) ji bo sûriyeyiyan 17 kon vegirtin û hin sûriyeyî jî di odeyên ku berê wek axur dihatin bikaranîn de dimînin.
Mezin di zêwiyan de rojane bi 15 lîreyan dixebitin ku karibin nan bibin ji zarokên xwe re, zarok jî di nav zêwiyan de dilîzin.
Jinên ku berê êvarê ji zêviyan tên, li ser kuçikên ku ber konên xwe çêkirinê agir dadidin û ji bo zarokên xwe şîvê çê dikin. Herwiha cil û bergên xwe jî ji bo ku dotira rojê li xwe bikin dîsa dişon û li ser benên di nav çadiran de girêdane, radixin.
Sûriyên ku ji welatê xwe dûr li xeribiyê dijîn, ji bo hînê jiyana xwe ya li vir bibin li berxwe didin.
Mihemed Nûrê (45) ji Sûriyeyê ku digel jin û zaroka xwe hat Tirkiyeyê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku rejima Esed, bi çekên giran êrîş bir ser herêma wan, xizmên wan mirin û ew mecbûr man ku koçî Tirkiyeyê bikin.
Nûr got ku wan zewî, heywan, mal û milkê xwe li Sûriyeyê hişt û ew hatin Tirkiyeyê. Nûr da zanîn ku ew 15 kes di konekê de dimînin, şert û mercên jiyana wan ne tendûrist in û di dest û rûyê zarokên wan de birîn çêbûne.
Nûr got ku ew hêvîdikin di demeke kurt de vegerin welatê xwe û wiha xeberda: "Em 20 roj berî niha hatin li vir. Ji ber ku nexweş im nikarin herim zêviyan bixebitim. Zarokên min dixebitin. Em li ser kilîmekê ku ser axê raxistine radikevin. Nivînên me tune ne. Xwedê ji gelê herêmê razî be alîkarî didin me."