KERKÛK
Endamê Komisyona Ewlekariyê ya Parlementoya Iraqê Niyazî Mîmaroglu îdia kir ku bi sedan hêzên DAEŞê ji Sûriyeyê derbasî Ramadiyê bûn û welatên koalisyonê midaxeleyî wan nekirin.
Parlementerê Tirkmen ê Selaheddînê Mîmaroglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Parlementoya Iraqê pêşniyaza DYAyê ya biçekkirina kurd û siniyan red kir, ji ser re rojek derbas bû û bi sedan milîtanên DAEŞê ji Sûriyeyê derbasî Ramadiyê bûn ku şer bikin. Ev kesên ku derbas bûn bi destê hikûmeta Iraqê û welatên koalisyonê jî hat tesbîtkirin. Lê belê hêzên koalisyonê ji hewayê midaxeleyî DAEŞê nekirin."
Mîmaroglu destnîşan kir ku fermandarên li Enbarê ji hêzên ketin DAEŞê wek firsedndekî dît û herêm zeft kir û wiha pê de çû:
"Mihemed Xelefê ku wek Fermandarê Tûmena 12an ê Kerkûkê wezîfe dikir û gelek cihên bajêr pêşkêşê DAEŞê kir, motanî ku xelatê bistîne kirin Fermandarê Enbarê. Fermandar Xelef îcar jî Enbar terk kir û firote DAEŞê. Ez vê wek endamê Komisyona Ewlekariyê ya Parlementoyê eşkere dibêjim."
Mîmaroglu îdia kir ku bêyî hêzên Hedu Şebiyê xilaskirina Enbarê mimkun nîne û wiha axivî:
"Wezîrê Karên Derva yê DYAyê John Kerry jî gotibû ku bêyî Heşdu Şebiyê serkeftina operasyona xilaskirina Enbarê mimkun nîne. Lê belê Heşdu Şebî dixwaze ku bi êrkirina Parlementoya Iraqê ve tevlî operasyonê bibe. Heke bê erêkirin bi hezaran milîsê tevlî operasyonê bibin. DYA û welatên koalisyonê yên din tu carî piştgirî nedan şerên ku Heşdu Şebî tevî bûn. Lê belê ew ê îcar piştgiriya ji hewayê bidin. Îranê jî hemû alîkariyan bide hikûmeta Iraqê. Lê belê ez bawer nakim ku Îran ji hewayê alîkariyê bide."
DAEŞê di 17ê gulanê de tevahiyê Ramadiyê zeft kiribû.