NEW YORK
Malcom Xê ku parêzvanê mafên mirovên misilman ên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 90emîn sala rojbûna xwe de li New Yorkê hat bibîranîn.
Ji bo Malcom X li eywana ku di 21ê Sibata sala 1965an de gava ku diaxivî ji hêla 3 kesên çekdar ve rastî êrîşê hatibû merasima bîranînê hat lidarxistin. Malcom X li DYAyê di nav aktîvîstên ku li dijî nijadperestiyê hewl didanan de bû.
Merasim li eywana "Shabazz Center" a li Harlema taxa New Yorkê ye hat kirin û qîzên Malcom X Ilyasah, Malaak û Gamîlah jî di nav de nêzî 200 kes beşdarî merasima bîranînê bûn.
Ilyasah Shabazz a keçika Malxom X di merasima bîranînê de axivî û diyar kir ku bavê wê di 39 saliya xwe de hat kuştin di rêya rast de her tim ji bo xwe pêşve bibe hewl dida û ew ê jî li pey rêşa bavê xwe bimeşin.
Malcom X kî ye
Navê wî yê esil Malcolm Lîttle navê bavê wî jî Earl Lîttle. Bavê Malcom X keşe bû û wisa bawer dikir ku reşik li DYAyê ji ber ku nikarin azad bibin divê vegerin Efrîqayê. Dema Malcom X 5 salî bû bavê wî bi cinayeteke kiryar nediyar ve hat kuştin û dayika wî jî dîn bû. Di nav şert û mercên zor û zehmet de jiyana xwe domand û di sala 1946an de ji ber ku dizî kiriye kete hepsê.
Di wê demê de tevgera Natîon of Islam (Umeta Îslamê) ya ku netewparêziya reşikan dikir û pêşengê wê jî Elîjah Mihamed bû bala Malcom X kişand. Di sala 1952yan de dema ji girtîgehê derket tevlî vê tevgerê bû.
Di wê demê de jî paşnava Xya ku nîşan bide ew xizmetkarekî bênav ê doz a xwe ye ji xwe re hilbijart. Bi saya hewl, xebat, xîtabet û tevgerên xwe ve di demeke kurt de di nav pêşengên tevgerê de cih girt.
Piştî demekê jî ji ber ku di meselya fikr, raman, nêrîn û nirxandina dîn de bi Elîjah Mihamed re li hev nekir û di sala 1964an de ji Natîon of Islamê veqetiya.
Di demên dawîn ên jiyana xwe de digot ku civaka amerîkayê ji bo pirsgirêkên di nav xwe de hel bike divê dînê Îslamê fehm bike û têkoşîneke mafên mirovan a ku hemû nijadan wek xwîşk û bira dihesibîne diparast. Malcom X di wê heyamê de navên El-Hajj Malîk El-Shabazz (el-Hac Malîk eş-Şahbaz) bikar anî.
Malcom X di 21ê Sibata 1965an de li Harlemê dema ku xeberdida rastî êrîşa çekdarî hat û hat kuştin. 3 endamên Natîon of Islamê ji ber sûcê kuştinê hatin girtin.