BERLÎN
Li Hannovera bajarê Almanyayê bombeyeke neteqyayî ji bin axê derxistin. Ji ber bombeyê 31 hezar kes hatin tehliyekirin.
Li gor daxuyaniya ku îdareya bajêr da, bombe 250 kîlo ye û di bin avahiya dibistaneke seretayî ya kevin de hat dîtin. Ji bo derxistina bombeyê 850 wezîfedarên îtfaiyeyê xebitîn, dema ku ew dixebitîn welatî ji bo demekê hildan saloneke sporê.
Beriya ku bombe were kontrolkirin, hat gotin mirovên ku malên wan heta kîlomêtreyekî dûrî bombeyê ne, hatin tehliyekirin. Hat tesbîtkirin ku bombe ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn maye û wê demê Hêzên Esmanî yên Amerîkayê avêtiye.
Li bajarê Koblenzê jî beriya vê bombeyê bombeyek hatibû dîtin û wê demê jî 45 hezar kes ji malên xwe hatibûn tehliyekirin.
Tê texmînkirin ku di 1939 û 1945an da nêzî 3,4 milyon ton bombe avêtine Almanyayê.