ANKARA
Dadgeha Bilind biryar da ku mafên Destûra Bingehîn ên siyasetmedarên ku ji ber axaftina kurdî hatin cezakirin, hatiye binpêkirin.
Di îlana ku ji malpera Dadgeha Bilind hat dayîn de der barê biryara ku îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin de agahî hat dayîn.
Li gor vê beriya hilbijartinên herêmî yên di sala 2009an de wê heyamê Şaredara Lîceyê Fîkriye Aytîn, Alî Şîmşekê Serokbajêrê Diyarbekirê yê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) a ku hat girtin û endama Meclisa Jinan a DTPyê Sevî Demîr di civîna nasandina namzedan de kurdî axivîn.
Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Lîceyê lêpirsîn da destpêkirin û ji bo ku cezayê bidin van kesan doza kamûyê vekir.
Dema ku doza der barê serlêdaran de berdewam kir Dadgeha Destûra Bingehîn di sala 2012an de biryarek da û madeya 117emîn a Qanûna Partiyên Siyasî ya bi nimreya 2820 a der heqê cezadayîna kesên ku di faliyetên partiyên siyasî de ji bilî tirkî bi zimanekî din bi kar tînin, betal kir.
Li hember biryara betalkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn, Dadgeha Cezayê ya Esliyeyê ya Lîceyê doz berdewam kir û di sala 2013an de biryar da ku ji bo her yek ji serlêdaran 5 meh cezaya hepsê bê dayîn û eşkerekirina hikmê ku hat dayîn bê taloqkirin. Îtirazên serlêdaran hat redkirin û biryar teqez bû.
Van kesan bi îdiaya digel biryara betalkirinê ya Dadgeha Bilind cezadayîna wan wekî binpêkirina prensîba qanûnîbûna sûc û cezayan û azadiya gotinê bi awayekî şexsî serî li Dadgeha Destûrê dan.
Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku mafê serlêdaran hatiye binpêkirin.
Di biryarê de dan zanîn ku azadiya gotinê ji bo xebata demokrasiyê heyatî ye, zimanê ku di ragihandina gotinan de tê bikaranîn jî parçeyek bivê nevê ya azadiya gotinê ye.
Di biryarê de hat diyarkirin ku heke serlêder ji ber ku kurdî axivîne bên cezakiirn ev yek mudaxaleya ser azadiya gotinê ye û dan zanîn ku ji ber ku mudaxale şertê qanûnîbûnê pêk nayne azadiya gotinê ya ku bi madeya 26emîn a Destûra Bingehîn xistine bin temînatê hatiye binpêkirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn her wiha gihaşt encama heke xwe bispêrin hikmeke qanûnê ya ku di meriyetê de nîne û cezayê bidin serlêdaran ev yek binpêkirina prensîba "qanûnîbûna sûc û cezayan" a ku bi madeya 38emîn a Destûra Bingehîn hildane bin temînatê ye.